www.kurdistannet.org

Bo/ Mizgîn  .... Hisham Akreyî

 

 

( ew kicke kurdey le Qamîshlî 4 serbazî beasî  kusht)

 

**********

                               Mizgîn            2004-03-17

 

Gula baxê Kurdistanê

Di roja heshrê de,

Mizgînî ji mere anî.

Kulîlka bi xunav û nazik,

Peyama despêka buharê

Ji mere anî.

Li bin befra dehansalan de

te ser helda û gutî:

ez jî ya hey û her di mînim.

Te nehêla postalên resh,

bi dilê xwe li Kurdistanê,

bên û bichin.

16 salle,

heyfa Helepche û kushtina kurdan,

li kîs beasîyan de may.

Îro tu hatî û li 16î meha avdarê de,

û her bi carekê, tola Helepche û Qamîshlî,

bi hevre û bê agahya me, te hiland.

 

************

Tu Mizgînî lewma,

tu mizgînyan ji shehîd û zindiyan re, didey.

Tuy bi bihna jehra dujminan hatî dinê

Lewma bi jehir

Lewma bi kerib

Lewma ji gurr

Lewma li buharê

Lewma li meha pîroza kurdan,

Lewma li meha karesat û enfalan,

Lewma li roja shînî û behya kurdan,

Tu boy mizgîn û

mizgînî te da shehîd û zindîyan.

Te mizgînîda dilên bi xwîn û

deykên cerigsûtî û keserdaran.

Min ne dizanî destê zulm û zorê

di destê kê de wê bên birîn.

Serê celad û neyaran,

bi destên kê wê bên firîn.

Diyare tu hinda hêjay,

hinda merdî.

Diyare tu kecha kurdî

û bi av û ax û bayê Kurdistanê,

ya mezin bî.

Diyare tû hinda eslî,

lewma Mizgînî

û mizgînî te da shehîd û zîndîyan

û ewên mirî.

 

******************

Tû kecha deyk û babekî

û shîrê helal yê vexarî.

Bêy tû bibêjî, yan te naskem,

bash dizanim deyka te Kurdistane

û bi kecha xwe zora bikeyfe

û hera shayî.

Chunke ez dizanim,

axa te zora dirr û dijware

û nifshên te mîna Leyla Qasim

bi xîretin û serê xwe ji kesê re nevî naken

û her yê li serî.

Diyakone û dewleta Medya ya chêkirî.

Di vê axê de,

Em yên hatîn ser dinê

û qet nahêlîn,

rîviyên chol û beyabanan, li mêrgên me ronên

û biken kenî.

Hizar Leyla

Hizar Mizgîn

Di amadene heshrê bi serê pêxasan bînin.

Ma hîn nizanin,

Ew kechên shax û chiyane

û li hembêza Kurdistanê de

Yên mezinbî.