DAXUYANÎ YA HEVKARÎ

KURDISTANA BAÞUR BIPARÊZIN !

Qehremanê û dilsozên Kurdistanê !
Kom û civatên mirovhez !
Azadîxwazên cîhanê !
Pêvejoya ku pirsa Iraqê tê derbas dibê, qonaxeke pir giring û xesas e. Dewletên Yekbûyî Emerîkayê û Brîtanya, dîktatoriya Sedamî tehlûkeyeke mezin dibînin bo aramî û aþitiya Rojhilata Navîn û seranserê dinê. Ew dixwazin demeke zutirîn li Iraqê bidin û vê rejîma xwînmij biroxînin. Hinek dewletên din jî wekî Firanse û Elmanya, xwazyarên rêka vekolîna çavdêrên UNO ne. Mixabin heta niha siyasetekê hevbeþ bo roxandina dîktatoriya Iraqê di seha navneteweyî de pêk nehatiye. Ev pirsgirêk û alozî dibin sebeb ko ser dahatûya Iraqê û bi teybetî ser kêþa Kurdî bernameyeke zelal pêknayê. Dewletên dagîrker ko Kurdistanê di nav xwe de perçe kirine, vê rewþa aloz bo xwe keys dizanin û dixwazin parleman û destkevtiyên pîroz li baþurê Kurdistanê ji holê rakin. Bi taybetî dewleta Tirkîyeyê li hemberê baþurê Kurdistanê siyaseteke dijminane dimeþîne. Bona dagîrkirina baþurê Kurdistanê û ji nav birina Parleman û hukumeta dewleta herêmê ya Kurdistanê li gel Emerîkayê bazarê dike. Dewleta Tirk hemî kar û xebata xwe kiriye, dijminahiya baþurê Kurdistanê. Her roj leþker dikêþe ser hudud û bi hemû heza xwe xwe amadeyî erîþ û dagîrkirina baþurê Kurdistanê dike. Dewleta Tirk hê jî hebûna 20 milyon Kurdan li Tirkîyeyê bi fermî înkar dike û mafên wan sereke netewî û mirovayî nas nake. Tirkîye dixwaze, vê siyaseta xwe ya înkarî û tunekirina Kurdan li perçêyên Kurdistanê din jî tetbîq bike. Ji bo vê yekê gefa li hemberê Dewleta Kurdistanê ya Federe dixwe, dijminahiya baþur dike. Dewleta Tirkîyeyê ku heta îro zulmeke mezin li gelê Kurd kirîye û îro jî dest ji neyarîtiya Kurdan bernade, siyaseta xwe naguhere, rêyên aþitîxwazî qebîl nake û bi har û hovî dixwaze êriþî Baþûra Kurdistan bike û destkevtiyên gelê me jî holê hilîne. Gelê Kurd li hemberî êrîþkeriya dewleta Tirk bêdeng namîne û dê bi yekdengî destkevtiyên xwe yên neteweyî biparêze. Em jî, Kurdên li Elmanyayê dijîn, gef û êrîþkeriyên Dewleta Tirk mehkûm dikin û bangî piþtgir û dostên miletê Kurd dikin, ko miletê me tenê nehêlin û dijî dijminahî û destdirêjîya Dewleta Tirk derkevin! Di roja 08.03.2003 da li paytaxtê Belçîkê li Brukselê xwepeþandanek li hemberê planên qirêj yên devleta Tirk dê li dar bikeve. Hevkarî bang li hemî Kurdên dilsoz dike, di vê rojê da amede bibin û xwedî li deskevtinên xwe derbikevin! 1-Rê nedin ku Tirkîye baþurê Kurdistanê dagîr bike. 2-Tirkîye divê dest ji dijminkarîya li hemberê gelê Kurd berde. 3-Iraq divê ji çekên atomî, bîyolojîk û kimyewî bê paqij kirin. 4-Divê alîkarîya Hukumeta Herêmê Kurdistanê bê kirin û welatîyên Kurdistanê hemberê êrîþên Sedam û bêne parastin. 5-Wekî opozîsîyona Iraqê dest nîþan kirîye,Iraqeke demokratîk, parlemanî, federalî bê desteber kirin û mafê kêmayetîyan bête parastin. Ji bo parastina mafê miletê Kurd û rûreþkirina êriþkeriya Tirkîyeyê roja 08ê Adarê em bi jin û zarokên xwe ve li Brükselê ne!

Navnîþan, dem û saet: 08.03.2003 (Roja þemîyê), Saet: 13:00 PLAS JORDAN, 1040 ETTERBECK (Bruksel), Nêzîkê Metroya Schuman)

HEVKARÎ - Pilatforma Rêxistinên Kurdistan li Elmanya Li ji www.rizgari.org