BANGAWAZEK

 

 

Hevwelatîyên dilsos,

Kurdên welatparêz yên derwayê welat,

 

 

Alozîya Iraqê gihîştiye qonaxeke astem û nazik. Herku amadekarîya hêzên yekgirtî bo lêdana rejîma Saddam berbi pêş diçe, rewşa navçe jî aloztir û tevlihevtir dibe. Hinek dewletên navçe, bi taybetî dewleta Tirk dixwaze ji vê alozîyê keys verbigre û Başûre Kurdistanê dagirbike. Şoven û nijadperestên Tirk ji hebûna Parlaman û Hukumeta Heremî Kurdistan gelek aciz in û demek e, ku bi alîkarîya hinek televîzyon û çapamenîyê, teblixateke kirêt dijî destkevtîyên me li başurê Kurdistanê dikin. Bi rêvabirên Tirkîyê bi eşkere gefa Kurdistanê Başur dixwin û venaşêrin, ku ew dijî federasyon in. Karbidestên dewleta Tirkîyê bi dehan car gotine, ku bona pêşî lêgirtina dewleta Kurdî, wê bikevine Kurdistana Başur û bona vê armancê jî leşkerkêşî ser tixubên Iraqê dikin. Wekî xuya ye li başurê Kurdistanê destkevtîyên me yên netewî, ku berhema xwîna sedanhezar şehîd û ked û renca gelê me yê zehmetkêş e,  li ber gef û tehdîda şovenîst û nijadperestên Tirkîyê ne.

 

Kurdîno,

 

Parastina Hukumet û Parlamana Kurdistana Başûr erkê hemu Kurdên xudan şeref û dilsoj e. Parastina Parlaman û Hukumetê Kurd, parastina azadî ye, parastina xwîna şehîden me ne, parastina ked û rencê sedan sal e.

 

Kurdên welatparêz li derwayê welat,

 

Komîteya Hevkarî û Piştgirîya Kurdistana Başur, bona bilindkirina dengê nerazîbûnê li dijî gef û tehdîda dewleta Tirkîyê û piştgîrîya Parlaman û Hikumeta Kurdistanê, li ber Yekitîya Ewropa xwepeşandek amade kiriye. 

 

Xwişk û birayên berketî,

 

 

 

 

 

 

Dê werin em hemû nişan bidin, ku em piştgir û alîkarê Parlaman û Hukumeta Kurdî ne,

Dê werin em hemû bihevra nîşan bidin, ku em destkevtîyên xwe wekî ronîya çavên xwe diparêzin,

Dê werîn em nişan bidin, ku em heya mirinê vefadarê armanca şehîdên xwe ne,

Dê tu jî were, dengê xwe tev dengê me ke, em bi hev ra dengê nerazîbûna xwe li dijî tehdîd û gefa Tirkîyê bilin bikin.

 

 

 

Navnişan, dem û saet:

08.03.2002 (Roja şemi)

saet: 13:00

Van Maerlantstraap

Rue Maerlant

1040 Etterbeck (Bruksel)

(Nêzikê Metroya Schuman)

 

Komîta Hevkarî û Piştgirîya Kurdistana Başûr