Daxoyanî

 

 

Bi dilekê pir bi xem xeberê wefatkirina xebatkerê kurd Hamreş Reşo serokê PDK- Bakûr me bihîst.   

 

Hemreş Reşo her ji salên 60-an d dest bi xibata netewî kir bû û dema kû gelê me yê kurd li Başûrê Kurdistanê dest bi şoreşa xwe ya piroz kir bû, wî gişt îmkanên xwe xistin di xizmeta şoreşê de û bi vê çendê wî isbat kir bû ku tekoşîna gelê kurd li her perçeka Kurdistanê be ji bo wî feriq nake, ji bo gişt Kurdistanê ye. ew ji bîr û ramanên berteng yên þexsî û partîyatî dûr bû, ew dilfireh û dûrbîn bû.

 Kek Hemreş jiyana xwe hemû fedayê doz û têkosîna gelê Kurd  kir, ji bo azadî û demokrasiyê xebat dikir. Di vê rêyê de bi salan têkosîn da û weha jî çavên xwe girtin jiyanê, ev herwisa jiyanek serbilind û biqedir bû.

 

Hemreş Reşo ne bi tenê kesayetiyekê siyasî bû lê di eynî wext de, bi hemî wateya gotinê, ew rewþenbîrekî dirust yê Kurdistanî bû. Şûn tilên wî di edebiyat û rojnamevaniya kurdî de diyarin. Her çende wî 40 sala jiyana xwe li derbedriyê û li dûr welat derbas kir, lê ew her tim bi dil û can girêdayî civat û axa Kurdistanê bû.

 

 Wefatkirina vî mirovê hêja valehyeka diyar di maydana xebata gelê me yê kurd li Kurdistana Bakûr de peyda kir, dilê wî yê mezin ji lêdanê rawesta û ew çû ser heqiya xwe  lê em bi bawein ku hevalên wî dê li ser rê û xebata wî berdewam bin heta bi desxistina wan armancan yên ku  Hemreş Reşo ji bo wan dixebitî.

 

Nemirî bo Hemreş Reşo û gişt têkoşerên rêya azadîya gelê me

 

Bila serê gelê kurd sax be

 

 Komîta hevkarî ya hêzên  sîyasî yên kurd û kurdistanê