Kongra Netewiya Kurdistan
Kurdistan National Congress
Congrès National du Kurdistan
15.03.2002
BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN HELEPÇE Û ENFALAN
Sibe çardemîn salvegera Komkujiya Helepçê ye. Berî çardeh salan, 16.03.1988 an de, hêzên faşîst yên Rejîma Êraqê bi çekên kîmyayî (Bombên Gazê) êrîşê bajarê Helepçê kirin. Di vê êrîşêde piraniya wan zarok û jin zêdetirê pênc hezaran (5.000) kes hatin kuştin, ji deh hezaran (10.000) zêdetir kes jî birîndar bûn û piraniya wan seqetman.
Komkujiya Helepçê, piştî Nagazakî û Hîroşîma, komkujiya bi Çekên Girsekuj hatî kirin, ya duyemîn e. Li Negazakî û Hîroşîma çekên atomî cara yekemîn li dijê mirovan hatin xebitandin, li Helepçê jî, çekên kîmyayî cara yekemîn li dijê mirovan hatin karanîn û li ser Kurdan hatin ceribandin. Piştî wê jî di hereketa Enfalan de, ji sed û heştêh hezaran (180.000) zêdetir Kurd bi destê hêzên xwînxwar yên Rejîma Êraqê ve, hatin bê ser û çûn kirin.
Failên van komkujiyan hê jî, li ser karin. Ew rejîm û ew kes niha jî, di sêrîde li Kerkûk û gelek deverên din, yên Kurdistanê siyaseta Erebkirinê dimeşînin, Kurdan ji cih û warên wan derdixin, wan koçber dikin û Ereban di cihên wan de, bi cih dikin. Van kes û vê rejîmê sûcê dijê mirovahiyê kirine, pêwîste ew di dadgehekî navnetewî de, bên darezandin û cezakirin.
Em dîsa rojek ya bîranîna Şehidên Helepçê û Enfalan, di rewşek aloz de pêşwazî dikin. Tehlîkên wekî Komkujiya Helepçe, hê jî xilasnebûne. Pêwîste em Kurd jî, ji dîroka xwe dersan bigrin. Jibona Helepçe û Enfalên nû çênebin, divê em di zûtirîn demê de pirsgirêkên navxwe çareser bikin û Yekîtiya Netewî pêkbînin. Xwestina şehîdên Helepçe û Enfalan jî, ji me evin.
Bi vê munasebetê em carekî din, di sêrîde şehîdên Helepçe û Enfalan û hemû şehîdên Kurdistanê bi dilgermî bîr tînin û li ber bîranîna wan rêz digrin.
Herweha em, Rejîma Êraqê kû ji van komkujî û tewanên dijê mirovahiyê berpirsyar e, bi nefret şermezar û mehkum dikin.
DESTA SEROKATIYA KNK Ê